Serokkomarê Îranê çû Çînê

piştî 20 salan ev yekem serdana Serokkomarê Îranê ye bo Çînê.
کوردستان TV
100%

Serokê Çînê bi fermî wî vexwandiye.

Li gor çapemeniya Îranê îro danê sibê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li ser vexwandina fermî ya Serokê Çînê gehêştiye Pekena paytexta vê welatî.

Wezîrê karûbarên çandî yê Çînê li balefirxaneya Pekenê pêşwaziya Îbrahîm Reîsî kiriye û biryare Reîsî di vê serdanê de li gel rayedarên Çînî bicive û di civînan de behsa têkiliyên navbera Îran û Çînê bi taybetî liv û tevgerên abûrî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de were kirin.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Îranê behsa vê yekê kiriye ku, piştî 20 salan ev yekem serdana Serokkomarê Îranê ye bo Çînê.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.