Serokwezîrê Kurdistanê û hakim Res Elxeyme civiyan.
Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Dubayê de îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel hakim Res Elxeymeyê civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;
Îro li bajarê Dubayê em li gel Hakimê Mîrnişîna Res Elxeyme xwedan şiko Şêx Siûd bin Seqer Elqasmî civiyan.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên dostane yên di navbera her du aliyan û pêşhatên Îraq û deverê de kir.
Hakim Res Elxeyme, balkêşande ser vê yekê ku, bi dostatiya li gel herêma Kurdistanê serfirazin û hêviya bihêztir kirina zêdetir ya têkiliyan di her warekî de dikin.
Me jî tekez li ser nirxên hevbeş yên di navbera herêma Kurdistan û Îmaratê de kir û ev yek diyar kir ku, herêma Kurdistanê dixwaze fêde ji ezmûna serkeftî ya Îmaratê di warê sazmandehî kirin û avedankirinê de wer bigire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin