Gorcistan û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

nîqaş li ser vekirina Konsulusxaneya Gorcistanê li Hewlêrê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrên Kurdistan û Gorcistanê civiyan.

Îro li Dubayî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Gorcistanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro di çarçoveya beşdarî kirina me de di komcivîna cîhanî ya hikûmetan de ya li Dubayî li gel Serokwezîrê Gorcistanê birêz Iraklı Garibaşvili civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Gorcistanê kir û tekez li ser girîngiya bihzêtir kirina hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan bo babetên cîhê girîngiya hevbeş kir.

Di mijareke din ya civînê de me nîqaş li ser derfetên vekirina Konsulusxaneya Gorcistanê li herêma Kurdistanê û destpê kirina firînên ( geştên) raste rast yên di navbera Hewlêr û Tiblîsê de kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.