Serokwezîrê Kurdistanê li Îmaratê ye

Serokwezîr beşdarî di komcivîna hikûmetan de dike.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokê civata wezîran ya Îmaratê civiya.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana Îmaratê kir û li Dubayi yekem civîna xwe lidar xist û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsandiye;

Îro li bajarê Dubayi ya li Îmaratê li gel Cîgirê Serokê dewleta Îmaratê û Serokê civata wezîran  û hakimê mîrnişîna Dubayi xwedan şiko Şêx Mihemed bin Raşêd Al Mektûm civiyan.

Di civînê de ku, Cîhnişîna Dubayi birêz Şêx Hemdan bin Mihemed Raşêd û hijmareke din ji berpirsên Îmaratê têde beşdar bûn, me giftûgo li ser pêşde birina têkiliyên navbera Îmarat û herêma Kurdistanê kir.

Me spasiya piştîvaniyên berdewam yên dewleta Îmaratê ji reformên hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî yên di warê liv û tevgerên bazirganî û hêlbirînê de kir.

Xwedan şiko Şêx Mihemed bin Raşêd kêfxweşiya xwe li hember serdana şanda herêma Kurdistanê bo Îmaratê diyar kir û xwesteka welatê xwe jî bo pêde birina têkiliyên du alî diyar kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.