Hijmara qurbaniyên erdhejan her diçe zêdetir dibe

nêzî 90 hezar kes di erdhejan de birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Heta niha nêzî 30 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Mixabin hijmara qurbaniyên erdhejên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ( Sûriye û Tirkiyeyê) her diçe zêdetir dibe.

Hewldanên hawar hatinê û rizgar kirinê jî rixmî kêm bûna îmkan û derfetan didomin û car car jî nûçeyên baş têne bihîstin û xelk piştî çend rojan mayîn di bin kavilan de bi selametî têne rizgarkirin, lê mixabin hijmara qurbaniyan jî gelek zêde bûye.

Li gor amarên herî dawî li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê heta nih 24 hezar û 617 kes canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 80 hezar kes jî birîndarin.

Ji aliyeke din ve li Rojava û Sûriyeyê jî heta niha 4 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane û 8 hezar welatî jî birîndar bûne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.