Demeke dirêj bû di nava girtîgehên rejîmê de bû.
Mamosteya zimanê Kurdî û çalakvana warê mafên jinan Zara Mihemedî ku, jiber hîn kirina zarokan li ser zimanê Kurdî û çalakiyên xwe yên curbicur yên bo parastina mafên jinan, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin, duhê bişev hate azadkirin.
Zara Mihemedî ku, demeke dirêj bû hatibû girtin, duhê bişev ji aliyê rejîmê ve hatiye azadkirin.
Zara Mihemedî di dema girtina xwe de bo cara ewil, bi kefalet hatibû berdan lê piştî ku, biryara dadgehê ya ceza kirin kete meriyetê bo girtîgehê hate veguhastin û piştî demeke dirêj mayîn di girtîgehê de duhê bişev hate azadkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin