Ev hevkariyên han duhê êwarê gehêştine.
Dezgeha xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya hewldan û çalakiyên xwe yên bo gehandina hevkariyan bo zirardîtiyên erdhejên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de, piştî Bakûr duhê hevkariyên xwe jî gehandine Efrîn û Cindirisê.
Li gor daxuyaniya dezgeha xêrxwaziya Barzanî, karwana hevkariyên han ku, ji tîmên nûjdarî, tîmên hawar hatinê, derman û pêdiviyên sereke yên rojane bo zirar dîtiyan pêk hatiye, duhê bi rêya deriya Bab Elhewa gehêştine Efrîn û Cindirêsê û şêniyên deverê jî bi gehêştina karwana han dest bi diyar kirina kêfxweşiya xwe kirin û bi alaya Kurdistanê pêşwaziya karwana hevkariyên DXB kirin.
DXB li Bakûr jî hevkariyên xwe gehandiye kesên zirardîtî û tîmên hawar hatinê jî li Bakûr ev çend roje mişxûlî derxistina xelkê di bin kavilan dene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin