Li seraserê Kurdistanê kempîn hatine organîzekirin.
Piştî civîna civata wezîran ya roja çarşemê, û biryara civata wezîran bo organîze kirina kempîn bo kom kirina hevkariyan bo zirar dîtiyên erdhejên Bakûr û Rojavayê ( Tirkiye û Sûriyeyê) li Hewlêr, Dihuk, Silêmanî û çend deverên din yên Kurdistanê kempîn hatine destpêkirin.
Kurdistanî jî bi coşeke mezin û li gor îmkan û karînên xwe hevkariyên curbicur pêşkêş dikin.
Biryare ev hevkariya han bi rêya hikûmeta Kurdistanê li ser kesên zirardîtî li Rojava û Bakûrê Kurdistanê werin dabeşkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin