Koma Edaleta Elî belge li ser vê kiriyar qirêj belav kiriye.
Li gor çapemeniya Farsî ya derveya Îranê koma Hacker ya bi navê Edaleta Elî yaku, her car navend û dezgehên fermî kamêreyên girtîgehên Îranê hack dike û belgeya eşkere dike di wan rojên dawî de gelek belgeyên nû belav kiriye.
Koma hacker ya Edaleta Elî piştî belav kirina dêmenên eşkenceyên nava girtîgeha Evînê ya li Tehranê, vê carê jî dêmenên tecawiz kirina rayedar û endamên spaha Pasdaran ya Îranê li ser jinên girtî li girtîgehên Îranê de belav kiriye.
Koma Edaleta Elî eşkere kiriye ku, rayedar û karmendên spaha Pasdaran di kiriyareke hovane de bi komî tecawizî ser du jinên 18 û 23 salî li girtîgeha Evînnê de kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin