Siyasetmedarekî Tirkiye rexne li hikûmet û artêşa vê welatî dike

dibêje hikûmet û esker tiştek bo xelkê nekirine.
کوردستان TV
100%

Dibêje çima esker û polîs bi hawara xelkê ve naçin.

Serok partiya Memleket Muherem Înce ku, duhê bişev li Mareş, Dîlok û çend bajarên din yên zirar dîtî geriya bû, rexneyên dijwar li hikûmet û artêşa Tirkiyeyê dike.

Muherem Înce dibêje rewşa deverên zirar dîtî û xelkê karesateke gelek mezine, kes bi hawara wan ve nehatiye, xwarin, vexarin, betaniye û pêdiviyên din yên hewce bo xelkê nehatine şandin.

Înce herwiha rexne li hikûmet û artêşê jî dike dibêje çima heta niha leşker, polîs û hêzên din bi hawara xelkê ve nehatine şandin, lazime leşker ji qişleyan werin derxistin û biçin hawara xelkê.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.