Gelek kuştî û birîndar hene.
Li gor nûçeyeke bilez ya çapemeniya Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê, pasek ku, ji Diyarbekirê ber bi Bodrumê ve çûye, li nêzî navçeya Dinar ya li Afyonkarahisarê ji kontrolê derketiye û di encam de wergeriyaye.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di encama bûyerê de herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest dane û 36 kesên din jî birîndar bûne.
Weke tê zanîn duhê li Diyarbekirê dîsa paseke din qeza kiribû û gelek kes birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin