Li nêzî Mîrawê li qontarên Qendîlê qirisiye.
Li gor çapemeniya Îranê di rojên derbasbûyî de li devera Mîrawê ya li quntarê Qendîlê li aliyê Rohilatê Kurdistanê ve, Fermandarekî hêzên besîc yên Îranê qirisiye û miriye.
Fermandariya giştî ya besîca Îranê ragihandiye ku, roje pêncşema derbasbûyî ev Fermandarê hêzên besîc li quntarê Qendîlê jiber berf, serma û seqemê qirisiye û miriye.
Navê vê Fermandarê qirisî Dawûd Cevadiyan e û piştî du rojan cenazeyê wî hatiye dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin