Li Îstenbûlê 15 kes hatin girtin

gelek welatên Ewrûpî jiber êrîşan Konsulusxane û nuneratiyên xwe daxistine.
کوردستان TV
100%

Plan kiribûn êrîşî ser Konsulusxaneyan bikin.

Piştî huşdariyên berdewam yên Amerîka û welatên Ewrûpayî yên li dor hebûna planek bo pêk anîna êrîşan li dijî Konsulusxane û nuneratiyên welatiyên biyanî li Îstenbûlê, duhê li vê bajarî operasiyoneke berfire hate lidarxistin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di encama operasiyona han de hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê karîne 15 kesan binçav bikin ku, plan kiribûn daku, êrîşî ser Konsulusxane, nuneratiya welatên biyanî û  navendên curbicur yên kemenetewên olî û etnîkî bikin.

Ev gomanbarên girtî li xwe mokir hatine ku, DIŞI ferman ji wan re kiriye daku, ev êrîşên han pêk bînin.

Weke tê zanîn di rojên derbasbûyî de gelek welatên Ewrûpî û Amerîka jî Konsulusxane û nuneratiyên xwe yên li Îstenbûlê jiber metirsiya êrîşan daxistibûn.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.