Li Bakûrê herêma Erîha bicîh bûne.
Li gor nûçeyeke ajansa Mihir ya Îranî yaku, ser bi spaha Pasdarane, di du rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiyeyê tevahiya hêzên xwe ji navenda sereke ya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Qastoun ya li Idlibê vekêşaye.
Çavkaniyiê diyar kiriye ku, ev hêzên Tirkî ku, ji Îdlibê vekêşane çûne Bakûrê herêma Erîha û li wir hatine bicîhkirin.
Ev di demekê deye ku, çapemeniya koma cîhadî ya Tehrir Şam jî belav kiribû ku, beriya çend rojan ev navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ji aliyê Sûriye û Rûsyeyê ve hatiye bordimankirin û di encam de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin