Civata dadweriya Îraqê fermaneke nû der kir

vê yek dolar bibe 140 dînarên Îraqî
کوردستان TV
100%

Ev ferman li dijî bazirganên dolar û dirava ye.

Buha bûn û ne aramiyên buhayê dolar li hember dînara Îraqî didome û di vê çarçoveyê de jî Serokê civata dadweriya Îraqê Fayîq Zeydan ferman bi tevahiya dadgeh û aliyên dadweriyê yên Îraqê kiriye daku, dosye dijî wan kesên ku, bi bolar dilîzin û zirarê didin abûriye welat amade bikin û wan radestî dadgehê bikin.

Ev çend meha buhayê dolar li hember dînara Îraqî gelek bilind bûye, xelk jî ji vê rewşa han dilgirane û Amerîka jî jiber ku, ji Îraqê ve dolar bi qaçax bo Îranê tê şandin tedbîrên tund dijî Îraqê stendiye.

Duhê jî di navbera bankaya navendî ya Amerîka û bankaya navendî ya Îraqê lihev hatinek li dor dabezandina buhayê dolarê hatiye kirin û biryare di wan rojan de buhayê dolarê bo jêr 140 dînar were dabezandin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.