Dibêje mafê reva yê Îranê bo bersif dayînê heye.
Nunerê hertimî yê Îranê yê li Netewên Yekgirtî Emîr Seîd Îrvanî di nameyeke xwe de yaku, bo Sekreterê NY û civata ewlekariya NY şandiye qala vê yekê kiriye ku, êrîşên beriya çend rojan bo ser navendên pîşesaziya berevanî ya Îranê li çend bajarên vê welatî, karê Îsraîlê bûye.
Nav hatî di beşeke din ya nameya xwe de diyar kiriye ku, piştî wan êrîşan mafê reva yê Îranê bo bersifdayînê heye.
Weke tê zanîn duhê jî Serokwezîrê Îsraîlê di hevdîtina xwe ya li gel CNNê de gotibû car carna êrîş karê me ye lê tevahiya êrîşên ser Îranê ne yê mene.
Di destpêka vê hefteyê de bi dronan li 6 bajarên Îranê êrîşî ser navendên pîşesazî yên berevaniya Îranê hatibû kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin