Dibêje ez li ser êrîşa vê dawiyê napeyvim.
Serokwezîrê Îsraîlê Binjamîn Netanyahu di hevpeyvîneke xwe de ya li gel kanala CNN ragihandiye ku, dema em li hember dewleteke tunajo û radîlak diwestin, ti bijardeyeke me ji bilî zimanê ku, ev dewlet jê fêm bike tuneye û niha jî mijara Îranê wisaye.
Netanyahu gotiye ku, eger sed rêkeftin jî li gel Îranê werin îmzekirin bêfêdene jiber ku, Îran dixwaze bernameya xwe ya etomî bi armanca çê kirina çekên etomî pêşde bibe.
Derbarê êrîşên vê dawî yên bi dronan bo ser navendên pîşesaziya berevanî yên Îranê, Netanyahu eşkere kiriye ku, naxwaze li ser wan êrîşan bipeyve lê tişta heyî eve ku, Îsraîl bi ti awayî rê nade Îran bibe xwedan çekên etomî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin