Dibêje eger heye rastî êrîşên terorîstî werin.
Piştî çend rojan ji daxuyaniya hikûmeta Amerîkayê ya derbarê baldarî dan bi welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê, îro dîsa balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê huşdarî da welatiyên Amerîkî û welatiyên biyanî yên li Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, lazime welatiyên Amerîkî û yên Rojavayê yên li Tirkiyeyê geleke baldar bin bi taybetî li Îstenbûlê bi taybetî jî li derdorê taxên Beyoğlu, Galata, Taksim û İstiklalê jiber ku, zaniyariyên wan hene vê êrîşên tole stendinê werin kirin û eger heye ku, welatiyên Amerîkî anjî Rojavayî li wan deveran rastî êrîşên terorîstî werin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin