Erdogan dibêje hewldanên me bo normal kirina têkiliyan didomin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihand ku, hewldanên Tirkiyeyê yên bi piştîvaniya Rûsyeyê bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê berdewamin û di pêşerojê de civînên din di navbera her sê aliyan de vê werin lidarxistin.
Erdogan di beşeke din ji gotinên xwe de eşkere kiriye ku, vê ji niha û pêde Îran jî weke aliyeke bi bandor li Sûriyeyê beşdarî di civînên sê alî yên di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsyeyê de dike.
Erdogan tekez li ser vê yekê kiriye ku, hevdîtinên wan yên derbarê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de berdewamin lê heta niha ti encameke wan tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin