Wezareta berevanî ya Îranê dibêje zirar gehêştine çend navendên me.
Îro wezareta berevanî ya Îranê daxuyaniyeke fermî derbarê êrîşên duhê bişev yên Îsraîlê yên bo ser navend û kargehên spaha Pasdaran li bajarê curbicur yên Îranê, weşand.
Di daxuyaniya han de wezareta berevaniya Îranê piştrast kiriye ku, duhê bişev dronên Îsraîlê, li Kerec, Sorxe Hesar, Azerşehir, Melayir, Kerec û Îsfehanê êrîşî ser navendên leşkerî û kargehên leşkerî yên ser bi spaha Pasdaran kirine û gelekk zirarên madî di encama wan êrîşan de çê bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin