Brîtana û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokê herêmê piştîvaniya xwe bo Konsulusa nû ya Brîtanyayê diyar dike.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê li gel Konsulusa nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusa nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê Rosie Cave kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina Konsulusa nû ya Brîtanyayê kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya xwe jî ji bo serxistina kar û erkên wê li Herêma Kurdistanê û di hemû waran de nîşan da.

Konsulusa nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Rosie Cave kêfxweşiya xwe ji bo destbikarbûna li Herêma Kurdistanê diyar kir û anî ziman, amadebûna xwe ji bo hemû hevkarî û hemahengiya li gel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her du aliyan daxwaza ji bo pêşxistina peywendiyan û berdewamiya hevkariyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê nîşan dan. Her wiha di hevdîtinê de li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî danustandina bîr û ramanan kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.