NATO berdewam dibe li ser perwerde kirina artêşa Îraqê

NATO karînên însanî yên artêşa Îraqê bihêztir dike.
کوردستان TV
100%

Fermandarê NATO û Serokwezîrê Îraqê civiyan.

Duhê duşem Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî pêşwaziya Fermandarê hêzên NATO yên li Îraqê Stuart Munch kir.

Di civînê de giftûgo li ser erk û pîwerdariyên hêzên NATO yên li Îraqê hatiye kirin û Fermandarê NATO Stuart Munch diyar kiriye ku, hêzên wan berdewam dibin li ser cîhbicîh kirina erk û pîwerdariyên xwe li Îraqê û bihêztir kirina karînên însanî yên artêşa Îraqê.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser domandin û bihêztir kirina têkiliyên navbera NATO û h êzên Îraqî û herwiha girîngiya parastina aramiya Îraqê kirine.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.