9 ji wan rayedaran berpirsên spaha Pasdaranin.
Duhê duşem wezareta xezênedarî ya Amerîkayê ragihand ku, di berdewamiya ceza kirina rayedarên Îranî de, 10 rayedarên din yên Îranî ceza kiriye.
Wezareta xezêne ya Amerîkayê diyar kiriye ku, 5 endamên desteya Serokatiya navenda hevkariya spaha Pasdaran, Cîgirê wezîrê îtlaat û ewlekarî û 4 Fermandarên spaha Pasdaran ya Îranê ji aliyê Amerîkayê ve hatine cezakirin.
Amerîka diyar kiriye ku, destê wan kesan di binpê kirina mafên mirovan û eşkence kirina xwepîşanderên Îranî de hebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin