Zelenskyy: Baştirîn gerentiya ewlekariya Ukraynayê NATO ye

Zelenskyy daxwaza çekên pêşkeftî ji Rojavayê dike.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê hevdîtinek pêk aniye.

Li gor daxuyaniyeke ofîsa Serokatiya Ukraynayê, Serokê vê welatî Volodymyr Zelenskyy di hevdîtineke xwe ya li gel Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê de behsa endamtiya Ukraynayê li NATO û şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê kiriye.

Zelenskyy di civînê de behsa eniyên şerê li gel Rûsyeyê kiriye û aniye ziman ku, rixmî nebûna pêdiviyên girîng û nebûna çekên pêşkeftî lê artêşa Ukraynayê kariye li hember Rûsyeyê pêşkeftinên gelek mezin bidest bîne.

Zelenskyy herwiha diyar kiriye ku, hîn jî metirsî li ser Ukraynayê heye û gerentiya herî baş ya ewlekariya Ukraynayê endamtiya Ukraynayê ye li NATO yê lewre lazime rayedarên NATOyê di vê warî de gavên bilez bavêjin û Ukranya bibe endamên NATO.

 

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.