Hikûmeta Kuwaitê îro tê hilweşandin

vê îro nameya dev jikar berdanê radestî Mîrê Kuwaitê were kirin.
کوردستان TV
100%

Vê dîsa li vê welatî keseke din bo ava kirina hikûmetê were pîwerdarkirin.

Biryare îro duşem hikûmeta Kuwaitê ya bi Serokatiya Ehmed Nevaf dev ji kar berdana xwe ragehîne û vê yekê jî radestî Mîrê Kuwaitî bike.

Ev hikûmeta Kuwaitî nêzî du mehe hatiye avakirin û jiber aloziyên li gel Parlementoyê vê îro hikûmet bi fermî de ji kar berde.

Hîn jî nediyare ka gelo vê parlementoya Kuwaitî anjî Mîrê vê welatî biryar li ser pîwerdar kirina keseke nû bo ava kirina hikûmetê bidin anjî biryar li ser dubare kirina hilbijartinan bidin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.