DIŞI li Başûrê Rojavayê Sûriyeyê çalak bûye

di nava 7 mehan de herî kêm 51 kes ji aliyê DIŞIê ve hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Di nava heft mehan de 34 kiriyarên terorîstî pêk aniye.

Li gor çavkaniyên nûçeyan terorîstên DIŞIê li Sûriyeyê hîn jî çalakin û li hin deverên Sûriyeyê bi taybetî li Başûrê Rojava û Bakûrê Rojavayê Sûriyeyê DIŞI gelek çalake û kiriyarên vê yên terorîstî berdewamin.

Di vê derbarê de çavkaniyên nûçeyan belav kirine ku, di nava 7 mehên derbasbûyî de li Başûrê Rojavayê Sûriyeyê bi taybetî li parêzgehên Derak, Siwêda û Quneytre herî kêm 34 kiriyarên terorîstî ji aliyê DIŞIê ve hatine pêkanîn û di encama wan kiriyaran de herî kêm 51 kes ku, gelek ji wan leşkerên rejîma Sûrî ne hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve hevpeymaniya cîhanî û Amerîka jî li hember çalakbûna terorîstên DIŞIê huşdarî didin û dibêjin eger heye di sala 2023an de DIŞI dîsa li Sûriyeyê xwe bihêz bike û dest bi êrîşên xwe yên berfire bike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.