Serokwezîrê Îraqê Serokê bankaya navendî ji kar avêt

hikûmeta Îraqê li hember bilind bûna buhayê dolarê tedbîran distîne.
کوردستان TV
100%

Dibêje nikariye buhayê dolar kontrol bike.

Îro duşem danê sibê zû Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî piştî buha bûna dolar li hember dînara Îraqî weke yekem gav bo kontrol kirin û dabezandina buhayê dolar, Serokê bankaya navendî ya Îraqê ji kar avê.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî diyar kiriye ku, Serokê bankaya navendî Mistefa Xalib Muxî pîwerdariya xwe bicîh bîne û buhayê dolarê kontrol bike lewre ji kar hatiye avêtin.

Her îro Mihemed Sûdanî Elî Muhsên Elaqî weke Serokê nû yê bankaya navendî destnîşan kir.

Her li gel vê yekê birêveberê bankaya bazirganî ya Îraqê jî ji aliyê Sûdanî ve hate teqawîdkirin.

Weke tê zanîn ev du hefteye ku, li Îraqê bi awayeke çaverê nekirî buhayê dolar gelek bilind bûye û dolar ji Îraqê ve bo Îranê bi awayeke qaçax tê veguhastin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.