Di civînê de behsa rêkeftina navbera aliyên siyasî yên Îraqê hate kirin.
Îro beriya organîze kirina merasîma 60 saliya peymana Elisse li ser qelha Hewlêrê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya Almanî û Fransî kir ku, ji balyozên wan welatan li Îraqê û Konsulusê wan welatan yên li herêma Kurdistanê pêk hatibû.
Di civînê de giftûgo li ser têkiliyên herêma Kurdistanê yên li gel Franse û Almanyayê, rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê, rewşa Îraq û karnameya hikûmeta federalî, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyan, kêşeya enerjiyê û karîn û pêgeha herêma Kurdistanê di vê warî de hate kirin.
Serokê herêmê û şanda mêwan li ser piştgîrî kirin ji hikûmeta federaliya Îraqê bo cîhbicîh kirina karnameya ku, li gor rêkeftina aliyan bo ava kirina hikûmetê hatiye îmzekirin hemfikir bûn û tekez li ser yekdengî û yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê kirin.
Şanda mêwan bi awayeke kurt behsa projeya xwe ya hevbeş ya bo ava kirina navenda çandî ya Fransî û Almanî li qelha Hewlêrê di roja 60mîn salvegera îmze kirina peyamana dostatiya navbera Franse û Almanyayê yaku, bi rêkeftina Elisse tê nasîn, kir û tekez li ser xwesteka welatên xwe ya bo berfiretir kirina têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de kirin bi taybetî di warê çandî de.
Ji aliyê xwe ve jî Nêçîrvan Barzanî rêzdariya Kurdistanê bo Franse û Almanyayê diyar kir jiber hevkariyên ku, di warê siyasî, leşkerî, abûrî, înasnî û çandî de pêşkêşî Kurdistanê kirine.
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe jî ya li hember ava kirina navenda çandî ya hevbeş ya Almanî û Fransî li Hewlêrê diyar kir û ragihand ku, ev pêngava han dibe sedema bihêztir bûna têkiliyên navbera Almanya, Franse û Kurdistanê de.
Têkiliyên herêma Kurdistan û Îraqê li gel welatên cîran, rewşa deverê, pêşhatên deverê û çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin