Îro 77 saliya damezrandina Komara Kurdistanê ye

Komara Kurdistanê bûye sedema bihêz bûna yekîtiya Netewî ya gelê Kurd.
کوردستان TV
100%

Temena Komar 330 roj bû.

Beriya 77 salan di rojek weke îro de li meydana Çarçira ya li Mehabadê bi pêşengî û Serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed û beşdariya Nemir Mele Mistefa Barzanî komara Kurdistanê ya bi navendiya Mehabadê hate ragihandin.

Pişt derbas bûna 330 rojan ji damezrandina Komarê di 17ya Kanûna yekem ya sala 1946an de jiber zext û êrîşên navnetewî û êrîşên rejîma Îranê komar piştî berxwedaneke bêhempa hate hilweşandin.

Her çend temena komara Kurdistanê ya li Mehabadê kêm bû lê ev komara han bû xaleke gelek girîng ya werçerxanê di nava dîroka bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de û herwiha bû pêngaveke gelek girîng û bihêz bo çê bûna yekîtiya netewî û yekdengiya netewî di nava Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.