Li berdem balyozxaneya Tirkiyeyê quran tê şewitandin

balyozê Swêdê jî bo wezareta derve ya Tirkiyeyê hatiye vexwandin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Swêdê serdana xwe bo Tirkiyeyê hilweşand.

Piştî ku hikûmeta Swêdê îzin da daku, neteweperestên radîkal li berdem balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Stokholmê quranê bişewitînên, alozî û nakokiyên dijwar di navbera Tirkiye û Swêdê de serî hildan.

Weke bertek nîşandan, wezareta derve ya Tirkiyeyê balyozê Swêdê yê li Enqereyê vexwand û ev pêngava hikûmeta Swêdê mehkûm kir.

Piştî vê bûyerê jî wezareta berevanî ya Swêdê ragihand ku, serdana wezîrê berevanî yê Swêdê bo Enqereyê hatiye hilweşandin.

Weke tê zanîn jiber mijara endamtiya Swêd û Fenlendayê di NATOYê de nakokî di navbera Tirkiye û Swêdê de jî hene.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.