Li Tenefê êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin

dibêje dron beriya bigehêjin navendê ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Êrîş bi sê dronan pêk hatiye.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê ragihandiye ku, duhê înê danê sibê, bi sê dronên întîharî, êrîşî ser navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî ya Tenefê li Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê eşkere kiriye ku, du ji wan dronan ji aliyê hêzên Amerîkî ve beriya ku, bigehêjin navendê hatine xistin û yek ji dronan jî li cîheke nêzî navenda leşkerî ketiye erdê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, hêzên Amerîkî rastî ti zirareke canî û madî nehatine.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.