Korbenda abûriya cîhanî ya Davosê îro bi dawî hat.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî 4 rojan beşdarî kirin di korbenda abûriya cîhanî ya Davossê de li gel hijmarek ji rayedarên cîhanî beşdarî di nanxwarina dawî ya li Davosê de kir û Serokwezîr di vê derbarê de wisa nivisandiye;
Îro pêncşem di çarçoveya çalakiyên korbenda abûriya cîhanî ya Davosê me beşdarî di nîrveoxwanek (nana nîvroyê) kir ku, ji aliyê rojnameya navdar ya Amerîkî ya navdar Washington Post ve bi nave xwana siyaseta derve hatibû organîzekirin.
Di nîvero xwanê de, çend Serok, Serokwezîran, wezîran Ewrûpa û Rojhilata Navîn, Kongrêsman, Senatorên Amerîkî, çend kesatî, karsaz û bazirganên mezin yên cîhanî jî têde beşdar bûn.
Me giftûgo li gel çend Serok û Serkirdeyên beşdarî kirî kir weke; Birêzan Serokê Latîviyayê Iglis Levitts, Serokwezîrê Yûnanê Kriakos Mitsutakis, Serok û Damezrênerê forma abûriya cîhanî ya Davosê Klaus Schwab,Wezîrê derve yê Pakistanê, Bilawal Butto Zerdari, çend wezîrên Ewrûpî, Kongrêsman û Senatorên Amerîkî û Serokên kompaniyên mezin yên cîhanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin