Duhê di nava parlementoyê de dengdan li ser vê mijarê hatibû kirin.
Duhê li parlementoya Ewrûpayê dengdan li ser proje qanûna bi terorîst nasîna spaha Pasdaran ya Îranê hate kirin.
Di dengdanê de 598 parlementer dengê erê dan û 9 parlementer jî dengê na dan û bi vê awayî ev proje qanûna han bi piraniya dengan hate pejrandin û tê payîn ku, ev biryara han ya parlementoya YE bibe sedema zirarên gelek zêde yên siyasî, dîplomatîkî û abûrî bo Îranê.
Piştî dengdanê jî Serokatiya konseya Ewrûpayê daxuyaniyek weşand û piştîvaniya xwe bo vê biryara han ragihand.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin