Di panêlê de behsa bihêz kirina pîşesaziya Ewrûpayê hatiye kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê beşdarî di panêleke taybet de kir û pişt re jî li ser hesabê xwe wisa nivîsand:
Di çarçoveya beşdariya me ya di komcivîna abûriya Davosê de, me di panêleke taybet bi bihêz kirina pîşesaziya Ewrûpayê de yaku, ji aliyê Serokwezîrê Beljîkayê birêz Alexander DeCru hatibû organîze kirin, beşdar bûn.
Di vê panêla taybet de yaku, Şah û Şahjina Beljîka xwedan şiko Philep, Şahjin Mathilde, çend berpirsên Beljîkî û Ewrûpî beşdar bûn, me behsa guhertin û pêşhatên Îraq û herêma Kurdistanê, reformên kabîneya 9an kir bi taybetî yên derbarê pere pêdan û hêlbirînê û girîngî dan bi kerta çandiniyê û henarde kirina berhemên navxweyî yên Kurdistanê bo bazarên Ewrûpayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin