Îro 24 saliya damezrandin Kurdistantv ye

Kurdistantv deng û regnê gelê Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

Sala 1999an li ser fermana Serok Barzanî hatiye damezrandin.

Îro 17ê meha yek 24 sal bi ser damezrandina yekem kanala asmanî ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê derbas dibe.

Di roja 17ê meha yek ya sala 1999an li ser fermana Serok Barzanî bo gehandina peyama gelê Kurdistanê bo cîhanê û pere pêdana hişmendiya netewî ya gelê Kurd, Kurdistantv hate damezrandin.

Di nava 24 salên derbasbûyî de Kurdistantv rixmî cîhbicîh kirina erkê xwe yên gehandin û veguhastinê, hevdem weke debistaneke pêgehandinê jî bo pêgehandina Rojnamevan, nivîskar û mediyakar kar kiriye.

Di nava wan 24 salan de Kurdistantv di warê pêşde birina mediyaya Kurdî de li ser astê her çar beşên Kurdistan û cîhanê de roleke gelek berçav lîstiye.

Kurdistantv rixmî derbas kirina pêvajoyên gelek dijwar yên siyasî û abûrî ti carî di kar û xebatên xwe de newestaye û berdewam bûye di cîhbicîh kirina erkên xwe.

Kurdistantv hertim navendeke gelek girîng bûye bo gehandina peyama netewî ya gelê Kurdistanê, belav kirina hişmendiya netewî û demokrasiyê û herwiha gehandina peyama aştîxwaziya gelê Kurdistanê.

Kurdistantv di nava 24 salên derbasbûyî de hertim dengê raste rast yê tevahiya gelê Kurd li her çar beşên Kurdistan û cîhanê de bûye û hîn jî li ser rêçika han berdewame.

Niha Kurdistantv rixmî ku, li ser şaşeya xwe bi her du zaraveyên soranî û kirmancî nûçeyan pêşkêş dike, hevdem çend bernameyên hunerî, siyasî, abûrî û civakî jî pêşkêş dike û li ser malpera xwe jî bi zimanên erebî, farsî û zaraveya kirmancî lê bi tîpên latînî nûçe û zaniyariyan belav dike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.