Terorîstên cîhadî berdewamin li ser talan kirina Efrînê

bo her tonek darên zeytûnan 30 heta 40 dolaran ji Tirkiyeyê wer digirin,
کوردستان TV
100%

800 darên din yên Zeytûnê hatin birîn û bi Tirkiyeyê hatin firotin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Efrînê komên cîhadî yên terorîst yên ku, Tirkiye piştîvaniya wan dike û bihevre Efrîn dagîr kirine, berdewamin li ser dizî û talanên xwe yên li Efrînê.

Navenda mafên mirovan ya Efrînê eşkere kiriye ku, di wan rojên dawî de ev komên han li gundên derdorê Efrînê zêdetir ji 800 darên zeytûnan birîne û bo her tonek ji darên zeytûnan ku, difiroşin Tirkiyeyê nêzî 30 heta 40 dolaran distînin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.