Serokwezîrê Kurdistanê piştî bi dawî hatina civîna civata wezîran derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro yekşem me gerînendetiya 100mîn civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di rojeva yekem ya civînê de encamên serdana dawî ya şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û civîn û hevdîtina vê şandê li gel Serokwezîrê federalî û şanda danûstandinkar ya hikûmeta federalî di roja 11ê meha yek ya 2023an de hatin nirxandin.
Me balkêşande ser vê yekê ku, di civînan de li gel Bexda, em bi vê yekê hesiyan ku, pêvajoyeke erênî û derfeteke baş heye bo çareser kirina kêşeyên li gel hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û di çarçoveya rêkeftina aliyên siyasî ya bo ava kirina hikûmet û karnameya wezarî ya pejrandî ji aliyê parlementoya Îraqê ve.
Me ev yek diyar kir ku, li ser mijarên têkildar yên weke proje bûdceya federalî ya 2023an, proje qanûna petrol û gazê ya federalî, maf û şayîsteyên destûrî yên pêşmerge, cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûrê normal kirina rewşa ev deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê, cîhbicîh kirina rêkeftinnameya Şingal û der kirina hêzên derqanûnî ji deverê û çend mijarên din giftûgo kiriye û em gehêştine çend jihev fêm kirinên destpêkê bo çareser kirina kêşeyan.
Mijara duyem ya civînê taybet bû bi pêşkêş kirina raporta wezareta samanên xwezayî ya derbarê dabîn kirina petrola spî û rêkeftina dawî ya di navbera wezareta samên xwezayî ya hêerêm û hiûmeta federalî di dema serdana şanda bilind ya herêmê bo Bexdayê ya derbarê cîhbicîh kirina rêkeftina şandina para petrola spî bo herêmê, ev raporta han ji aliyê wezîrê samanên xwezayî birêz Kemal Mihemed bi wekalet ve hate pêşkêşkirin.
Di mijara sêyem ya civînê de birêz Dîndar Zêbarî organîzatorê raspardeyên navnetewî raportek derbarê pêngav û pêşveçûnên dawî yên mekanîzma cîhbicîh kirina plana herêma Kurdistanê bo mafên mirovan bo sala yekem raportek pêşkêş kir.
Rixmî spasî kirin ji Organîzatorê raspardeyên navnetewî bo amade kirina raporta han, me tekez li ser pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê bo rêz girtin ji parastina mafên mirovan û bihêztir kirina bingehên demokrasî, pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên herêma Kurdistanê de weke çawe di nava karnameya kabîneya 9an de behs jê hatiye kirin, kir. Piştî nîqaş û lihv veguhastina nêrînan civata wezîran ev raporta han bi piraniya dengan pejrand.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin