Serokwezîr li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya.
Îro yekşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymaniya cîhanî civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê birêz Jeneral Matthew McFarlane kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên li Îraq û deverê, berdewamiya piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna teror û gefên terorîstên DIŞIê û girîngiya parastina ewlekariya sînoran kir.
Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê behsa pêşveçûnên heyî yên bo hevkarî û hemahengiya ewlekarî ya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê ya bo rûbirû bûna terorê kir bi taybetî di sala derbasbûyî de û tekez li ser girîngiya pêşde birina hemahengî û hevkariya han kir bo dagirtina valatiyên ewlekarî li deverên madeya 140 ya destûrê.
Me spasiya hevkarî û piştîvaniyên berdewam yên Amerîka û hêzên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê û herwiha reformên nava wezareta pêşmerge de kir.
Me bi awayeke kurt behsa encamên serdana şanda bilind ya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê û civînên li gel birêz Serokwezîrê federalî, pêşde birina hevkarî û hemahengiya ewlekarî navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin