Brîtanya balyozê xwe ji Tehranê vekêşa

Brîtanya daxwaz ji civaka cîhanî dike piştîvaniya xelkê Îranê bike.
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Brîtanyayê Îran şermezar dike.

Piştî darvekirina Cîgirê wezîrê berê yê berevanî yê Îranê, bi hinceta sîxorî kirin bo Brîtanyayê, duhê wezareta derve ya Brîtanyayê ragihand ku, bo mehkûm kirina vê pêngava Îranê û herwiha bo piştîvanî kirina xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî biryar daye daku, têkiliyên xwe yên dîplomatîkî li gel Îranê bicemdîne.

Wezareta derve ya Brîtanyayê eşkere kiriye ku, weke yekem pêngav bo cemdandina têkiliyan li gel Îranê balyozê xwe yê li Tehranê vekêşaye.

Wezareta derve ya Brîtanyayê herwiha diyar kiriye ku, Brîtanya Îran bi berpirs dizane û bersifdayîna Brîtanyayê jî tenê bi îro re sînordar nabe.

ji aliyeke din ve Brîtanya daxwaz ji civaka cîhanî dike daku, li dijî rejîma Îranê piştîvaniya xelkê Îranê bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.