Dibêje heta Tirkiye mercên Sûriyeyê cîhbicîh neke têkiliyan normal nakin.
Wezîrê derve yê Sûriyeyê Feysel Mêqdad duhê şemî li Dîmeşqê li gel hev pîşeyê xwe yê Îranî Emîr Husên Ebdulahiyan civiya û piştî civînê jî di kongreyeke rojnamevanî de behsa hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê kir.
Feysel Mêqdad di gotinên xwe de diyar kirk u, Sûriye çend mercên xwe yên sereke hene û heta Tirkiye bi temamî wan mercan cîhbicîh neke Sûriye bo normal kirinê ti gavek navêje.
Mêqdad aniye ziman ku, mercên herî lipêş yên Sûriyeyê vekêşîna temamiya hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê û dawî anîna yekcarî ya hevkarî û piştîvaniyên Tirkiyeyê ye bo komên cîhadî û opozîsyona Sûriyeyê.
Ji aliyeke din ve her duhê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî di civînekê de li gel şandeke Rûsî heman gotin kiribû û ragihandibû ku, lazime Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe û piştîvanî û hevkariyên xwe yên bo komên cîhadî û opozîsyonê bi dawî bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin