Sûdanî: Em bordiman kirina axa Îraqê qebûl nakin

li gel kompaniya Siemens ya Almanî rêkeftineke mezin jî îmze kiriye.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê li Almanyayê daxuyaniyên girîng da.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ku, niha li Almanyayê ye, di hevdîtineke xwe ya li gel DW Almanî de behsa çend mijarên girîng kiriye.

Sûdanî diyar kiriye ku, di dema ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de, aliyên siyasî desthilata temam dane wî ku, li ser mijara erk û pîwerdariyên hêzên Amerîkî û mayîna wan li Îraqê li gel Amerîkiyan giftûgo bike.

Derbarê êrîşên Îran û Tirkiyeyê jî yên bo ser axa Îraqê Sûdanî diyar kiriye ku, Îraq bi ti awayî ev êrîşên han bi her hincetekê bo ser axa Îraqê qebûl nakin û êrîşên han mehkûm dikin jiber ku, ev binpê kirina serweriya axa Îraqê ye.

Derbarê rêkeftina navbera Îraq û kompaniya Siemens ya Almanî de jî Sûdanî eşkere kiriye ku, hikûmeta Îraqê li gel vê kompaniya han ya Almanî bo dabîn kirina elektirîkê û çareser kirina kêşeya elektirîkê li Îraqê, rekeftineke mezin îmze dike û bi sêya vê rêkeftina han gelek kêşeyên warê elektirîkê li Îraqê têne çareserkirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.