Mesrûr Barzanî: Em li ser mafên herêma Kurdistanê tawîzan nadin

Serokwezîr dibêje lazime kêşeyên heyî li ser esasê destûrê werin çareserkirin.
کوردستان TV
100%


Serokwezîr li gel Serokkomarê Îraqê civiya.

Îro li Bexdayê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê civiya û Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro di çarçoveya serdana xwe de ya bo Bexdayê li gel Serokkomarê Îraqê birêz Letîf Reşîd civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi awayeke bingehîn û li gor destûrê kir û tekez li ser berevanî kirin ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.