Erdogan û Sûdanî bi rêya telefûnê behsa çend mijaran kir

Erdogan ji Serokwezîrê Îraqê daxwaz kiriye serdana Tirkiyeyê bike.
کوردستان TV
100%

Erdogan duhê bişev telefûna Sûdanî kiriye.

Serokatiya civata wezîran ya Îraqê ragihand ku, duhê bişev Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan telefûna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî kiriye.

Li gor daxuyaniya han, di peywendiya han ya telefûnî de Erdogan û Sûdanî behsa ewlekariya sînorên navbera Tirkiye û Îraqê, para Îraqê ji avên ku, ji Tirkiyeyê ve diherikin ber bi Îraqê ve û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş kirine.

Her di heman peywendiya han ya telefûnî de her du alî giftûgo li ser pêşde birina têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Îraqê de kirine.

Di dawiya peywendiya telefûnî de Erdogan bi fermî daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê kiriye daku, beşdariya forma dîplomatîkî ya Antalyayê bike û Sûdanî jî ev daxwaz qebûl kiriye û gotiye vê serdana Tirkiyeyê bike.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.