Amerîka: Me dest daniye ser keştiyeke Îranî

di nava keştiya han de zêdetir ji 2 hezar parçe çek hebûne.
کوردستان TV
100%

Dibêje têde gelek çek û cebelxane hebûye.

Navgana 5an ya hêza deryayî ya Amerîkayê ragihand ku, hêzên wan karîne dest deynin ser keştiyeke Îranî ku têde gelek çek û alawên leşkerî hebûne.

Li gor daxuyaniya han yaku, ji aliyê malpera Xelîc Online ve hatine weşandin, hêzên deryayî yên Amerîkî karîne di operasiyonekê de li deryaya Emanê dest deyinin ser keştiyeke Îranî yaku, têde 6 welatiyên Yemenî û zêdetir ji 2 hezar parçe çekên curbicur û gelek cebelxane hebûye.

Li gor çavkaniyê Îran xwestiye ev çek û cebelxaneyên han bo Yemenê bişîne.

Heta niha Îran di vê derbarê de ti daxuyaniyek nedaye û ev nûçeya han red nekiriye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.