Amerîka hêzeke din şande Rojavayê Kurdistanê

ev hêzên han rojên 6 û 8ê vê mehê hatine şandin.
کوردستان TV
100%

Amerîka ji Îraqê hêzên teqiwiye şande Rojavayê Kurdistanê.

Li gor çavkaniyên nûçeyan di rojên 6 û 8ê vê mehê de artêşa Amerîkayê hijmareke zêde hêz ( tirimbîlên leşkerî, leşker û pêdiviyên locistîkî) ji Îraqê şandiye Rojavayê Kurdistanê û li Hesekê bicîh kiriye.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku, Amerîka ev hêzên han yên xwe ji naverast û başûrê Îraqê kom kirine û bi rêya deriya sînorî ya Welîd şandiye Rojavayê Kurdistanê.

Ev pêngava Amerîkayê di demekê deye ku, Tirkiye ji aliyekê ve gefa êrîşên bejayî dijî Rojavayê dike û ji aliyeke din ve jî hewl bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê dide û Amerîka jî dijî wan hewldanên Tirkiyeyê ye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.