Ev navend li Dihukê hatiye çêkirin.
Yekem navenda hêlbirîna elektirîkê bi rêya enerjiya rojê li Dihukê kete kar û dikare bo zêdetir ji 300 malan elektirîkê dabîn bike.
Ev navenda han yaku, ji aliyê ajansa geşe pêdana Amerîkayê ve bi hevkariya hikûmeta Kurdistanê hatiye avakirin 2mw elektirîk dabîn dike û herwiha weke cerbandineke destpêkê ye bo cîhbicîh kirina projeyên din yên mezin di vê warî de.
Têçûya vê projeyê bi qasî 1 miliyon dolare û yekem pêngava hikûmeta Kurdistanê ye bo bikar anîna enerjiya paqêj.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin