Serokkomarê Îranê diçe Tirkiyeyê

şerê dijî Kurd yek ji rojevên girîng yên civîna Erdogan û Reîsî dibe.
کوردستان TV
100%

Hefteya pêşiya me vê biçe Enqere û li gel Erdogan bicive.

Li gor gotinên Peyvdarê Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, vê hefteya pêşiya me Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Enqereyê bike û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bicive.

Tê gotin ku, mijarên sereke yên civîna Erdogan û Reîsî, şerê navbera Rûsye û Ukraynayê, mijara normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê, şerê dijî Kurd, mijara kirîdorên Zengezor û Laçîn û herwiha têkiliyên du alî yên di navbera Tirkiye û Îranê be.

Ji aliyeke din ve pispor jî qala vê yekê dikin ku, vê di civînan de giftûgo li ser rakêşana boriyên din yên gaz û petrolê ji Îranê ve bo Tirkiyeyê were kirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.