Kuştina Qasim Silêmanî pîroz dikin.
Îro salvegera kuştina Fermandarê Spaha Qudis ya Îranê Qasim Silêmaniye û li Îranê bi çalakiyên curbicur kuştina Silêmanî hate pîrozkirin.
Li Tehranê rixmî şewitandina poster û wêneyên Qasim Silêmanî, hevdem bi şadî û dîlanan jî kuştina Qasim Silêmanî hate pîrozkirin.
Ev di demekê deye ku, Îraqê kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis bi çalakiyên curbicur hate mehkûmkirin.
Lê li Îranê jiber ku, xwepîşandanên dijî rejîmê didomin, xelk di qadan de bi diroşmeyên curbicur kuştina Silêmanî pîroz kirin û weke diyar kirina kêfxweşiya xwe dîlan girtin.
Weke tê zanîn Qasim Silîmanî di şeva 3 ya meha 1an ya du sal beriya niha ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin