Di operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Qamişloyê de 36 çeteyên DAIŞ`ê û hevkarên wan hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê operasyonên wan ên li Qamişloyê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: Di operasyonên şopandina şaneyên DAIŞ’ê û hevkarên wan de, şaneyên DAIŞ’ê û kesên ku bi wan re alîkar bûn û karê DAIŞ’ê dikirin yan ji wan re hêsan dikirin, Ewlehiya Giştî cihên wan tesbît kirin û li dijî wan operasyonek li dar xist û xebata wan têk birin.
Îro (2`yê Çileyê) di saetên berbangê de, Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet (HAT) li taxên cuda yên Qamişloyê girt ser cihên ku endamên şaneyên DAIŞ`ê xwe tê de veşartibû û kesên bi wan re alîkar bûn.
Di serdegirtinan de gelek çek û cebilxane û alavên teknîk desteser kirin.
Hêzên me ji her demê zêdetir ji bo parastina ewehiya herêmên me li ser kar in. Em bang li gelê xwe dikin ku eger tevgerên biguman dîtin, nuqteyên ewlehiyê yên herî nêz agahdar bikin û piştgiriya hêzên ewlehiyê bikin.”
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin