Rejîma Îranê dijî xelkê xwe dronan bikar tîne

xwepîşandan û raperînên seraserî dijî rejîma Îranê didomin.
کوردستان TV
100%

Bi rêya dronan kesên xwepîşander destnîşan dike.

Fermandarê hêzên ewlekarî yên Tehranê Husên Rehîmî ragihand ku, bi fermana Rêberê şoreşa Îranê hêzên wan bo destnîşan kirina kesên xwepîşander berdewamin û biryar hatiye dayîn daku, bo destnîşan kirina wan dronan bikar bînin.

 Husên Rehîmî herwiha diyar kiriye ku, bêyî bikar anîna dronan destnîşan kirina kesên xwepîşander gelek zehmete lewre ev biryar hatiye dayîn daku, bi rêya dronan kesên xwepîşander werin diyarkirin û pişt re jî werin girtin û cezakirin.

Weke tê zanîn ev nêzî 110 roje li seraserê Îranê li dijî rejîma vê welatî xwepîşandan û raperînên seraserî hene.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.